Di raporta heftane ya Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser Platforma Ciwanên Serbixwe ku li Amedê sond xwarin ku ji Kurdî pêve bi tu zimanekî din dê neaxafin dibe. Herweha serokê partiya opozîyonê Kemal Kiliçdaroglu di kongreya partiyê de hate guhertin. Ew 13 salan serokê CHP'ê bû lê grûpa ku Ozgur Ozel pêşengî dikir, ji têkçûna hilbjartinê Kiliçdaroglu sûcdar dikin. Ozgur Ozel serokê nû yê CHP'yê. Kemal Kiliçdaroglu ji bajarê Dersîmê ye Kurdekî elewî û Zaza ye. Herweha di raportê de behs li ser Dadgeha Destûra Bilind ya Tirkiye dibe, ji bo parêzer Can Atalay biryar da ku mafê wî yê yasayî hatîye binpêkirin û divê serbest were berdan.
view more