Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye ku li Tirkiyê 15 rojnamevan girtî ne. Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Feratê jî dibêje hejmar 62 ne. Piranîya vê hejmarê ji rojnamevanrên Kurd pêk tên. Di nav hefteyekê de li Amedê doza 3 rojnamevanên Kurd hate bihîstin. Doza Abdurrahman Gok, wênekêş û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê ye. Doza Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Feratê, Dîcle Muftuoglu û doza edîtora Ajansa Jin News, Berîtan Canzor, em derbarê encamên wan dozan ji nûçegîhan Hatice Kamer pirsiyaran dipirsin.
view more