Di beşê da edîtorê Nusxeya Kurdî, Tofan Sunbul di derbarê Mûsa Anterî da axivî. Îsal, 2020, sedsalîya Apê Mûsa ye, bi vê minasebê me ev beş amade kir. Di vê beşê da hûn ê guhdarîya serpêhatîyên Anterî bikin, anektodan ji jîyana wî bibihîsîn, herweha hûn ê li gel kitêbên wî yên bi navê Birîna Reş, Qimil, Bîranînên Min û Çinara min; di derbarê Doza 49an, Wargeha Xwendekarên Dîcleyê da jî bibin xwedî agahî.
Sedsalî û rojbûna Apê Mûsa Anter pîroz be!
Muzîk: Metîn Kemal Kahraman - Apê Musa
Koma Berxwedan - Lê Amedê
view more